Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta "Leyletul Qedrê" peyam weşand

Di peyama "Şeva Qedrê" ya ku lê Qur'ana Kerîm hatiye nazîlkirin û ji hezar mehî bi xêrtir e de banga kirina diayê hat kirin da ku di serî Quds û her wisa Misliman azad û rizgar bibin.

Peyam ji teref Remezan Ensarê Berdevkê Koordînatorîya Marmarayê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat xwendin.

Berdevk Ensar di destpêka peyama ku xwend de Sûreya Qadîr û hedîseke Pêxemberê me "Kî xêr û bereketa Şeva Qedrê hêvî bike û li gorî wê, wê şevê derbas bike dê temamê gunehên wî yên borî bên efûkirin." di bîran xistin û dû re wiha got: "Hemd û sena ji wî Rebbê yê ku Rehman e ku ew me gihand Şeva Qedrê ya ku ji hezar mehê bi xêrtir e. Di Şeva Qedrê Qur'ana Kerîm ji Pêxmeberê me re hatiye nazilkirin."

"Ev şev ji hezar şevî bi xêrtir e, lê temamê diayan tên qebûlkirin ku ev yek ji Rebbê me ji bo me hatiye dayîn"

Ensar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir "Di vê şeva ku jê re Şeva Qedrê tê gotin de saltanata zilm û tugyanê hat serûbinkirin, di şûna neheqîyê de edalet, di şûna bêexlaqîyê de exlaqa xweş, di şûna dijmintîyê de biratî hat tesîskirin û şoreşa herî mezin a însanetîyê hat lidarxistin." û dû re wiha li peyamê zêde kir: "Di vê şevê de însanetîya ku rêyên xwe şaş  kiriye û li halê xwe heyirî maye  gihaşt rêberê xwe. Mizgîn hatiye dayîn ku ew ê di vê şevê de dia û îbadetên ku dê bên kirin dê bên qebûlkirin. Divê di vê şevê de Misliman berê xwe bidin Rebbê xwe û bi nîyazeke gelekî mezin jê re lawayîyê bikin. Bi qasî ku Hz. Muhammed dibêje,"Her kî bigihije vê şevê, bila diaya Ya Rabbî!Tu efîkar î, ji efîkirinê hez dikî, min jî efû bike ji ser zimanê xwe û qelbê xwe kêm neke." Divê em Qur'ana xwe bi tertîl bixwînin."

"Îşev divê em di serî de ji bo azadîya Qudsê û her wisa ji bo azadîya temamê Mislimanan dia bikin"

Ensar di berdewama peyamê de diyar kir ummeta ku li dora Qur'anê nebe yek dê di tarîtîyê de bimîne û dû re wiha li peyamê zêde kir: "Divê em di şevê de gelek zêde dia bikin da ku ew Mislimanên ku ji ber sedemekê ji hev xeyidîne da ku li hev werin. Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember ji Xweda daxwaz dikin ku ji me re bike nesîn em vê şevê bi şikleke bi bereket derbas bikin. Em Leyletul Qedra temamê alema Îslamê mibarek dikin."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya