Ewrûpa Yetîm Elî li Diyarbekirê goştê qurbanê ji bi hezaran malbatên Diyarbekirê re belav kir

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî Ewrûpa Yetîm Elî, îsal jî wek her sal li Dîyarbekirê mirovên mihtac ji bîr nekir.

Ewrûpa Yetim Elî ya ku li çaraliyê cîhanê alîkariya kesên mihtacan dike, di Cejna Qurbanê de goştê qurbanan bi wekîlên ku distîne ji bi hezaran malbatan re belav dike.

Ewrûpa Yetîm Elî ya ku ji bo êtîm û bêmalan fealîyetên xwe yên alikariya mal û pereyan bi taybetî yên erzaqan didomîne, bi minasebeta Cejna Qurbanê bi piştgiriya xêrxwazan malbatên feqîr ên Diyarbekirê tenê nahêle.

Ewrûpa Yetîm Elî îfade kir ku heger xêrxwaz piştgiriya xwe bidomînin, ew jî armanc dikin ku ew ê xebatên xwe yên belavkirinê heta roja çaremîn a cejnê bidomînin.

Temsîlkarê Diyarbekirê yê Ewrûpa Yetîm Elî Oktay Koca di derbarê organîzasyona belavkirina goştê qurbanê de daxuyanî da û spasiya xêrxwazan kir.

Koca got, "Weke Ewrûpa Yetîm Elî xebatên me niha li Dîyarbekirê ye û em xebatên xwe didomînin. Em ê vê xebata ku ji roja ewil a cejnê ve dimeşînin heta roja 4emîn a cejnê jî wê bi piştevaniya xêrxwazan bidomînin. Ez Cejna xelkê xwe pîroz dikim. Ji hemû bexşvanên me re teşekûr dikim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Demîr li Entabê zîyaretên xwe didomîne
Ciwanê Azad hevdîtina nimêja serê sibehê didomîne
Ji Dêrsim û Pulurê re qeyûm hat avêtin
Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 3 birîndar
Qeredaxî: “Mesulîyetên mezin ên alimên Misilmanan hene”