Dînç ji daxuyanîyê re bi Xezzeyê dest pê kir û weha got, “Emê derheqê rojeva hindir de nirxandinan bikin lê di hemû civînên me de rojeva me ya ewil Xezzeye ye. Rojeva me daîma qetlîama ku li Xezzeyê tê kirin e. Ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê ji 30 hezarî zêdetir zarok, pîrek û îxtîyar hatine qetilkirin. Ji 70 hezarî zêdeti xûşk û birayên me birîndar bûn û hêna jî qirkirin berdewam dike. Niha mixabin pirî xûşk û birayên me li ber Derîyê Sînora Refahê hatine komkirin û pirî wan jî ji ber birçîbûnê şehîd dibin.”
Dînç, fotoxrafa qîzikeka 17 salî nîşan da û weha got, “Ev qîzika ku di vê fotoxrafê de ye 17 salî ye. Ev qîzika delal ji ber birçîbûnîyê şehîd bû. Ev fotoxraf, fotoxrafa şerm û eyba ummeta Îslamê, hemû însanîyet û dinyayê ye. Bila ev jî ji dîrokê re ewakî derbas bibe. Em ê ti dem û ti carî ji qetlîam û qirkirina li Fîlîstînê re bêdeng nemînin. Em wisa bawer dikin ku ew ê rojekî Fîlîstîn azad bibe û ti parçeyekî sîyonîstan jî nemîne.”
“Nirx û qîmetên eslî yê Dîyarbekira me divê neyê jibîrkirin”
Dînç di berdewama axavtina xwe de derheqê pirsgirêkên Dîyarbekirê de axivî û weha got:
“Dîyarbekir bajarekî muhîm û qedîm e. Li Rojavayê qîmeta Stenbolê çawabe li rojhilatê jî qîmeta Dîyarbekirê ew e. Dîyarbekir; bajarekî wisa ye ku ji Êlihê heta Çewligê, ji Mêrdînê heta Şirnexê hetta heta Iraqê jî xîtab dike û bajarekî qedîm e. Encax de ka werin lê binhêrin ku Dîyarbekir qîmeta ku heq dike nedîtîye. Dema ku qala Dîyarbekir tê kirin tenê zebeş û cîger tê bîra mirovan û tê qalkirin. Em ji li vê derê vê tiştê dibêjin, li Dîyarbekirê tenê zebeş û cîger tineye. Dîyarbekir bajarekî ku di sala 639an de ketîya nav Îslamê û ew roj ev roj e direwşgirtîya Îslamê dike. Dîyarbekir bajarekî ku pêxemberan e ku di nav xwe de Pêxemberan sitirandîye. Dîyarbekir, piştî Mekke û Medîneyê bajarekî herî zêde ku eshabî li wê derêne ye. Li Dîyarbekirê Camîya Mezin yê ku di alema Îslamê de Harema 5emîn e. Divê em nirxên eslî yê Dîyarbekirê jî bîrva nekin. Bi îzna Xwedê em ê ji bona ku memleketa me bighêje nirxên xwe yên eslî bixebitin û micadeleyên xwe bidomînin.”
“Hêna jî li Dîyarbekirê nexweşxaneya bajarê tineye”
Dînç, “Ev bû 10 sal e li Dîyarbekirê biryarek hat girtin ku ‘Ji Dîyarbekirê re nexweşxaneya bajêr tê çêkirin’. Di vê pêvajoya ku derbas bû de gerek ew nexweşxane biketa nav temîratê. Çîmkî ew 7 sal berê hatibûna lêkirin û ji bo xizmetê divê îro hinek temîrat bihata kirin. Pekî, ez ji we dipirsim gelo niha li Dîyarbekirê nexweşxaneya bajarê heye? Hêna jî li Dîyarbekirê nexweşxaneya bajarê tineye. Nexweşxaneya me ya ku divê niha temîratên wî bihata kirin mixabin ji kokê ve tineye. Gerek niha nexweşxaneyekî ku hezar û 500 cîhên wî hene hebûya encax di ortê de nexweşxaneyekî tineye. Pekî, van welatîyên mu diçin li ku derê tedawî dibin? Ne tenê welatîyên me yên Dîyarbekirî, welatîyên me yên herêmê jî li ku derê tedawî dibin? Ev pirsgirêkekî ye. Li Xarpêta ku 150 kîlometre dûrê Dîyarbekirê ye di sala 2018an de nexwaşxaneya bajarê hat lêkirin. Nifûsa Dîyarbekirê ji Xarpêta 3 qat 4 qat zêdetir e. Ma gelo Dîyarbekir ev tiştê heq nake? Li Yozgata ku nifûsa wî 500 hezar e di sala 2017an de nexweşxane hat lêkirin. Encax hêj li Dîyarbekirê nehatîye lêkirin. Di vî warî de pirsgirêkekî mezin heye.”
“Li Dîyarbekirê tramwaya ku sed car hatîye gotin ‘projeya wî qedîyaye’ jî tine ye, trambûs, metro û otoban jî tineye”
Dînç, “Niha divê li Dîyarbekirê tramway, trambûs û metro hebûya. Encax ji van yek jî tineye. Berî çend caran gotin ku ‘projeya tramwayê qedîyaye, bûye goşt û hestî’. Rêya wî û cîhên wî hatin xêzkirin, derheqê wî de anîmasyon hatin nîşandan. Encax hêna jî li Dîyarbekirê tramway tineye û di vê meseleyê de pirsgirêkekî mezin tê kişandin. Di vî warî de memleketê me bêxwedî ye û ji bona ku em xwedî lê derkevin me dest bi kar kirîye. Otoban heta Rihayê hatîye û li wê derê sekinîye nehatîye Dîyarbekir. Bi îzna Xwedê em ê xwedî li Dîyarbekirê derkevin û em ji bona wî derketin rê. Ji bona ku Dîyarbekir qîmet û nirxa ku heq dike bibîne em ê xebatên xwe bidomînin.”
Dînç îfade kir ji ber ku li Dîyarbekirê îstîhdam tineye ciwanên me bi hezar kîlometre dûr ve diçin û dixebitin. Bi îzna Xwedê ew ê di îdareya HUDA PARê de van pirsgirêkan ji holê bêne rakirin.
Faruk Dînç di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku li Dîyarbekirê îsrafekî mezin heye û dema ku ew werin ew ê perê xelkê ji tiştên beredayî re xerc nekin.
“Vê carê em bibêjin HUDA PAR”
Dînç di axavtina xwe de îfade kir ku li naçeya Bismilê rêyekî ku 30 heb gundan girêyê hevdu dike bûye wek qulika mişkan, li navçeya Çinarê jî ji cotkaran re xeber nehatîye dayîn û qota hatîye xistin.
Dînç, di axavtina xwe de bi fotoxrafan dewam kir û di fotoxrafan de rewşa kolanên Dîyarbekirê nîşan da û weha got, “Gelek pirsgirêkên ewakî a Dîyarbekira me hene. Bi îzna Xwedê em tev bi hemû teşkîlatên xwe wek HUDA PARê dest bi kar kir. Banga me ya ji welatîyên me re jî ewakî ye; em bi dildarî ‘vê carê bibêjin HUDA PAR’ bi îzna Xwedê. Em tev bi hev re li welatê xwe; biratî, hizûr û ewlehîyê bi hev re saz bikin. Em tev bi hev re Dîyarbekira xwe îdare bikin.” (ÎLKHA)