Feyda serjêkirina qurbanê

Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Mela Fesîh Memîş derheqê ehemîyeta îbadeta qurbanê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Memîş got ku “ji hêla ferdî û civakî ve gelek zêde feydeya serjêkirina qurbanê heye.”

Ji Îda Qurbanê re çend rojên jimartî man ku derheqê ehemmîyeta serjêkrina qurbanê de alim nirxnadinên xwe didomînin.di vî warî de nirxandinek jî ji Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Mela Fesîh Memîş ve hat.

Memîş di nirxandina xwe de balan kişand li ser ehemmîyeta serjêkirina qurbanê: “ ev îbadet ji bo ku însan rizaya rebbê xwe qezenc bike firsedeke mezin e. Lewra di îbadeta qurbanê de, samîmîyeta Hz. Îbrahîm û teslîmîyeta Hz. Îsmaîl heye. Ji ber vê yekê dema ku îro mislimanek qurbanek serjê dike weke Hz. Îbrahîm di warê samîmîyetê de û weke Hz. Îsmaîl di warê teslîmîyetê de tê îmtîhankirin. Bi heman awayî di qurbanê de alîkarî, destek û muhabbet heye. Dîsa ew mislimanê ku qurbanê serjêbike ji nexweşîya destengî û qesîsbûnê xelas dibe.

Memîş di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser wan kesên ku îmkana wan heye lê qurbanê serjê nakin û got: “ Pêxemberê me(Silavên Xweda li ser bin) derheqê vê yekê de dibêje: her kî qeweta wî ya îqtîsadî li cî be û hal û wextê wî xweş be, lê di rojên qurbanê de , qurbanê serjêneke bila nêzî mizgeftên me nebe. Ji vê gotinê bi xwe jî tê famkirin pêxemberê me çi qas qedr û qiymet daye qurbanê.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Libnanê hejmarê mirîyan zêde dibe
Li Sêwasê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat
Li Efyonê otobûsa gerê qulibî: 22 birîndar
Di teqîna tankera sotemenîyê ya li Nîjeryayê de hejmarê mirîyan derket 147 kesan
Li Wanê di navbera du koman de bi dar û keviran şer derket