Fezîleta rojîgirtina "şeşek" ya di meha Şewalê de

Lijneya Fetwayê wiha got: "Şewwal dehemîn mehên Qemerî/Hicrî ye. Di vê mehê de 6 roj rojîgirtin sunnet e û fezîleteke mezin heye."

Lijneya Fetwayê ya ITTIHADUL ULEMA der barê "fezîleta rojiya 6 rojî ya meha Şewalê" de agahî da.

Di daxuyaniyê wiha hatin gotin:

"Şewwal meha deha ya mehên Qemerî/hîcrî ye. Piştî meha Remezanê tê û Misliman di roja ewil a vê mehê de Eyda Remezanê pîroz dikin. Ji bilî vê yekê ewil meha hecê ye. Paşê jî mehên Zulqade û Zul-Hicê tê. Di vê mehê de rojîgirtina "6 rojên wê sünnet û fezîleta wê mezin e. Resûlullah (Silava Xudê lê be) dibêje: Heke meha rRemezanê rojî bigire û 6 rojan ji meha Şewalê zêde bike, wê salê hemû wek ku rojî girtibe derbas bike (Muslim, Siyam, 204, No: 1164).

Îmam Newewî hevoka “Tevahiya salê wek ku rojî digre” wiha rave dike; Mîna her sal rojîgirtinê ye. Ji ber ku xelata yek qenciyê deh caran heye. Remezanê bi deh mehan, şeş roj jî du meha ye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe