Filistînî ji bo nimêja sibehê berê xwe dan Mescîda Eqsayê

Bi hezaran Filistînî li Qudsa ku di bin îşxalê de ye ji bo nimêja şeveqê li Mescîda Eqsayê civîyan.

Hat ragihandin bi hezaran Filistînî li Qudsa ku di bin îşxalê de ye ji bo planên qirêj ên siyonistên îşxalker li Mescîda Eqsayê civîyan û nimêja şeveqê li wê derê eda kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst û îşxalker hewl dan bi hezaran Filistînîyan asteng bikin; lê belê Filistînî bi ser ketin û nimêja şeveqê li Mescîda Eqsayê eda kirin.

Filistînî piştî nimêjê li hewşa Mescîda Eqsayê li hev civîyan û sloganên mîna “Can û xwîna me ji bo te feda ey Eqsa.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an