Filistînîyan ji herêma erdhejê re qonwoya alîkarîyê şîyandin

Qonwoya bi 10 tirî yê ku bi kampanyaya ku ji teref Filistînîyên li Tirkîyê dijîn ve hatîye amadekirin, ji Stenbolê ji bo herêmên erdhejê birê ket.

Filistînîyên ku li Tirkîyê dijîn jî ji bo erdheja ku li Tirkîye û Sûrîye tesîrdar bûye bi şîara “Filistîn Bi We Re Ye” kampanyayeke berfireh dan destpêkirin.

Sekreterê Giştî yê Kongreya Xelq yê Filistînîyên Derveyê Welat û organîzatorê kampanyaya “Filistîn Bi We Re Ye” Muhammed Mîşennîş, di axavtina xwe ya ku li ber Şaredarîya Başakşehîrê kir de, îfade kir ku ev kampanya ji xelqê Tirkîye ku di de’wa Filsistînê de daîma li alîyê Filistînê sekinîne re ew ê bibe alîkarîyeke menewî.

Mîşennîş diyar kir ku kampanyaya “Filistîn Bi We Re Ye” di roja serê ‘ewil yê erdhejê de hatîye destpêkirin û di encama xebatan de niha 10 tir alîkarî hatîye birêkirin, ew ji bona rojên pêşî jî ji Sûrîye û Tirkîyeyê re dîsa alîkarîyê bikin xebatan didomînin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin