Saglam di nirxandina hefteyî ya rojeva derve de derheqê zilm û zordarîya ku li Hindistanê li Mislimanan tê kirin û teqîna ku heftîya borî li Libnanê pêk hat de daxuyanîya de.
Saglam di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir li Hindistanê di şûna Mizgefta Babrî de perestgaha Hînduyan hatiye înşakirin û dû re wiha bertek nîşan da: “ Li bajara Ayodhaya ku li bakurê Hindistanê ye di sedsala 16emîn de Mizgefta Babrî hat înşakirin ku ev camî berî vê 28 salan ji teref Hînduyên faşîst ve hat xerakirin û niha xebat hatiye destpêkirin da ku di şûna wê camîyê de perestgaheke Hînduyan bê înşakirin. Ev înşaya vê perestgahê di nav waadên hilbijartinê ya birêveberîya faşîst de heye û ev yek sembola polîtîkayên îllegal a birêveberîya Modî ye. Polîtîkayên neheqî û cudakarîyê li welêt bi dayîna mafê welatîbûnê dest pê kiribûn ku bi vê mafê ji bilî Mislimanan li Hindistanê heqê welatîbûnê ji temamê kesên din re hat dayîn. Ev pêvajo bi îhalên mafan ên ku ji teref birêveberîya faşîst û Hîndu ve li hember Mislimanan tên kirin berdewam dike. Ew perestgaha ku dê di şûna camîya ku arazîya wê aîdî Mislimanan e de bê înşakirin delîlê li ber çavan a polîtîkayên kîn û nefretê ya nîjadperest û cudakarîyê ye.”
“Pêwîst e li dijî birêveberîya Hindistanê mueyyîdeyên giran bên sepandin da ku di paş de gav bavêje”
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, li ber çavê dinyayê qirkirinkee dînî û qewmî tê kirin û sazîyên navneteweyî li hember vê yekê bêdeng e dimînin ku ev yek mirov nîgeran dike. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Birêveberîya Hindistanê ya faşîst digel polîtîkayên cudakar a li nava welêt her wisa bingeha otonom ya Herêma Keşmîrê rakir û bi vê yekê dixwaze li herêmê qirkirin û jenosîda dînî û qewmî bê kirin. Di vê bergehê de milkên taybet tên îhlalkirin, qanalên ragihandin û pêwendîyê hatine sînordakirin, 13 hezar kes hatine binçavkirin û Keşmîr ji teref 900 hezar leşkerên Hindistanê ve hatiye dorpêçkirin ku Keşmîr bûye girtîgeheke vekirî. Li ber çavê dinyayê qirkirinkee dînî û qewmî tê kirin û sazîyên navneteweyî li hember vê yekê bêdeng e dimînin ku ev yek mirov nîgeran dike. Di serî de Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ya ku Mislimanên Keşmîrê newêre têxe rojeva xwe û her wisa sazîyên navneteteweyî pêwîst e li dijî birêveberîya Hindistanê mueyyîdeyên giran bidin sepandin da ku di paş de gav bavêje.”
“Ji bo birînên Libnanê bê pêçandin û qeyrana heyî li pey xwe bihêle divê alîkarîya îqtîsadî û lojîstîk jê re bê kirin”
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser teqîna ku heftîya borî li Bendera Libnanê pêk hat û derbarê mijarê de wiha nirxandinan kir: “Di 4ê Tebaxê de li Bendera Beyrûdê di depoyeke ku amûrên teqemenîyê de tê de bûn de şewat derket û dû re teqîneke pir dijwar û xirabker pêk hat. Di encama vê teqîna ku pêk hat de li gorî daneyên fermî zêdetirî 160 kesî canê xwe ji dest dan û 6 hezar kes jî birîndar bûn, bi deh hezaran însan bêkar û bêmal man. Em bi vê wesîlê sersaxî û tazîyeyên xwe ji gelê Libnanê re radigihînin. Hikûmeta Libnanê berpirs e ku lêkolînê bike ka teqîn ji ber êrîşekê pêk hatiye yan ji ber qezayekê pêk hatiye. Li Libnanê ji xwe bêîstîqrarîyeke siyasî û îqtîsadî heye ku divê destûr neyê dayîn ku qeyraneke nû ya sîyasî, mezhebî û qewmî bê derxistin.Bîlakîs divê temamê partî û kom dev ji îxtîlaf û problemên heyî berdin û ji bo Libnanê bibin yek da ku Libnan cardin vegerê halê xwe yê berê. Fransa, Amerîka, rejîma îşxalê ya siyonîstan û hêzên din ên emperyalîst dixwazin ku li Libnanê şerê navxweyî derkeve ku divê ji vê daxwaza wan re destûr neyê dayîn.Divê neyê jibîrkirin sebeba qeyranên siyasî û îqtîsadî yên li Libnanê ew midaxeleyên ku ji derve ve tên kirin in. Ji bo birînên Libnanê bê pêçandin û qeyrana heyî li pey xwe bihêle divê welatên li herêmê, NY, sazîyên navneteweyî yên mîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamî alîkarîya îqtîsadî û lojîstîk bikin.Divê neyê jibîrkirin ger li Libnanê qeyran, qaos û bêîstîqrarî rû bide dê ev bi Libnanê sînordar nemîne û ew ê zirarê bide temamê herêmê.”
ÎLKHA