Gola Zûngê ya Nemrûdê bi xweşkayîya xwe yên payîzê bala zîyaretvanan dikşîne

Gola Zûngê ya Nemrûdê a ku bi bilindahîya xwe ya 2 hezar û 900 metreyî di dinyayê de 2yemîn û di Tirkîyeyê de jî yekemîn e, bi xweşkayîya xwe ya payîzê zîyaretvanên xwe matmayî dihêle.

Gola Zûngê ya Nemrûdê a ku ji UNESCOyê re bûye namzed, di payîzê de bi rengên xwe yên cuda û gelek xweşik mirovan matmayî dihêle.


Gola Zûngê ya Nemrûdê a ku di çar demsalê de jî xweşikayîyên cuda nîşanî mirovan dide, bi sarbûna hewayê mêvanên xwe yên dawîn ên demsalê dihewîne.

Mêvanên ku him ji nav welat û him jî ji derveyê welat tênê, bi fotoxrafên ku dikşînên wê demê dixwazin ku ji xwe re bikin yadîgarek.


Zîyaretvanên ku tênê Gola Zungê, heyrên xwe yên li hember menzereyê nikarin veşêr bidin. Mehmet Elîtokê ku bi tevî malbata xwe hatîye Gola Zungê destnîşankir ku ev xuyang wan di nav heyrekî de hêştîye.

Elîtok, “Ev der ciheke xwelek xweşik e. Ciheke mirov gelek werin bîbînin e. Ji ber ku payîz e li vê derê rengûreng e. Hemû rengên tebî’atê di nav xwe de dihewîne. Me jî ev xweşikayîyê bi qemera û telefonan kişand. Ez ji hemû kesan re dibêjim ku werin ev derê bibînin.”


Behcet Akarslanê ku diyar kir ew xwendekarên zanîngehê anîtîne li vê derê û wan li vê derê digerîne jî weha got, “Me xwendekarên ku bi malbatî wan naskirîye anît li vê derê. Em gelek dixwazin ku bila mirovan werin li vê derê û ev xweşikayîyan bibînin. Ji ber ku payîz e xuyangên rengan li vê derê tê dîtin.”


Mîyaser Anara ku diyar ku ew cara yekem e tê Gola Zungê, li ser gotina ku di payîzê de Nemrud gelek xweşik e hatîye li vê derê, bi manzareyeke cuda li vê derê hatîye pêşwazîkirin û di hewa û menzereyeke cuda de xwe dîtîye.

Selman Tereceyê ku bi tevî hevalên xwe hatîye gerê jî axivî û weha got, “Em cara ‘ewil e hatine vê derê, tabî haya me ji vê tinrbû em li vê derê nizanibûn, ji me re hatibû tewsîyekirin. Xweşikayîyeke ku mirovan gelek tesîrdar dike ye. Dema ku qala Bêdlîsê tê kirin serê ’ewil berf tê hişê mirovan. Lê bi dîroka xwe, navçeyên xwe ciheke xweşik e.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye