Guterres di daxuyanîya xwe ya ku ji ber 10emîn sala şerê li Sûrîyê, da endamên çapemenîyê de destnîşan kir: “Xwepêşanên ku berî vê 10 salan bi şikleke aştîyane dest pê kirin li rasta tundîyê hatin û di encamê de şereke bêdawî det pê kir. Di encama vê herbê de bi sed hezaran Sûrîyeyî mirin û bi milyonan Sûrîyeyî jî ji cihên xwe bûn.Dîsa di vê herbê de bi hezaran kes hatin girtin, îşkence li wan hat kirin. Talan û taxrîbata li Sûrîyê bi gotinan nayê îfadekirin. Ev 10 sal in ku dinya xwîna ku li Sûrîyê tê rijandin temaşe dike.”