Guterres: Li Libnanê ew ê encamên xeraker a herba komî hebin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres di axaftina xwe ya li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî de weha got, "Agirê li Rojhilata Navîn bi lez û bez ji cehennemê re vediguhere”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres banga agirbestê li Rojhilata Navîn kir.

Guterres di daxuyaniya xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da wiha got, "Şewata li Rojhilata Navîn bi lez û bez vediguhere dojehê."

Guterres bi gotina vê yekê ku divê ewlekarî û ewlehîya hemû personelên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî were temînkirin, destnîşan kir ku hêzên aştîxwaz ên NY li cihê xwe man û tevî daxwaza rejîma sîyonîst a ji bo veguheztinê, ala NY li ba xwe dewam kir.

Guterres, diyar kir ku divê ji şereke mezin a li Libnanê re dûr bê ketin, ew ê encamên kûr û wêranker hebin.

Guterres got, "Dema agirbesta li Xezzeyê, serbestberdana êsîran û gihandina alîkariyê ji bo Filistîniyan hatiye. Dem dema rawestandina şer û pevçûnên li Libnanê ye. Li Rojhilata Navîn çerxa kujer a tundûtûjiyê divê bi dawî bibe, dem diqede." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hemû îxtîlaf û menfeatên xwe berdin û li hember sîyonîzmê bisekinin
NY: Ji Libnanê nêzê 235 hezar mirov derbasî Sûrîyeyê bûn
ÎTTÎHADUL ULEMA: Îro dest bi Hevdîtina Aliman a 9emîn dike
Li Herêma Kurdistanê dibistan ew ê bêne tetîlkirin
Li başûrê Libnanê ji sîyonîstan re zayîadên mezin tên dayîn