Guterres: Qedexekirina fealîyetên UNRWAyê ji bo Filistînîyan wê xerabker bibe

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres weha got, “Dawîkirina fealîyetên UNRWAyê, ew ê ji bo penaberên Filistînîyan encamên xerabker derbixe holê.”

Piştî Ajansa Alîkarî û Avakirina Koçberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî ji teref rejîma sîyonîst ve hat qedexekirin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres derheqê biryarê de daxuyanî da.

Guterres di daxuyanîya xwe ya niviskî de got, “Piştî vê qerara rejîma îşxalê wê Neteweyên Yekbûyî fealîyetên xwe yên UNRWAyê li rojhilatê Qudsê û li axên din ên di bin îşxalê de ne nikaribin bi cih bîne.”

Antonio Guterres, “UNRWA li axên Fîlîstînê yên di bin îşxalê de ye alîkarîya koçberên Fîlîstînê dike. Ji xeynê vê sazîyê jî sazîyek din tine ku alîkariyê li koçberan bike. Em ji qerara meclîsa îsralê ya derheqê UNRWAyê de endîşedar in.”

Guterres di berdewama daxuyanîya xwe de weha îfade kir, “Encama vê qerarê wê ji bo koçberên Fîlîstînê tirsnak be. Ev yek nayê qebûlkirin. Ez bangê li îsraîlê dikim ku bila mesûlîyetên xwe yên hiqûqa navnetewî bi cih bîne.”

Piştî qerara rejîma sîyonîst, ji HAMAsê jî daxuyanîyek hat belavkirin.

Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Usame el Hamdan destnîşan kir, hedefa vê qerarê ew e ku xelkê Fîlîstînê birçî bihêle, xizmeta ku li wan tê kirin bê birîn.

Hamdan got, rejîma sîyonîst hewlê dide ku şer û herbê belavê herêmê bike, ev yek wê bibe felaketek mezin. Ger Fîlîstîn heqê xwe bidest nexe wê ewlehî û îstîqrar jî neyê herêmê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

HAMASê ji qetilkirina rojnamegeran a ji teref rejîma îşxalker ve re bertek nîşan da
Hak Par: Pirsgirêka kurd bi PKKê dest pê nekirîye ku dê bi qedandina wê re ji holê rabe
Li Rihayê qezaya zîncîrî pêk hat: 10 birîndar
Netenyahuyê qirker teklîfa agirbestê ya Misirê red kir
Guterres: Ji ber astengîyên îsraîlê li Xezzeyê jiyana bêjimar însanan di bin talûkeyê de ye