Hat ragihandin General Hafterê ku ji bo agirbesta li Lîbyayê çûbû Moskovayê metna agirbestê îmza nekir û ji Moskovayê veqetîya.
Hafter doh rojek wext xwestibû da ku li ser metna agirbestê bifikire.Lê belê li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Hafter metna agirbestê îmza nekir û ji Moskovayê veqetîya.
Serokwezîrê Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî Fayîz es-Sarrac metna agirbesta ku qala wê tê kirin doh îmza kiribû.
ÎLKHA