HAMAS: Em ji hemû peymanên ku êşên gelê Xezzeyê dawî bikin re vekirîne

HAMASê, îfade kir ku ew ji pêşnîyazên nû yên agirbest û pevguhertina êsîran a navbeynkaran re bersivê dane.

Tevger, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku di vî warî de civîn hatine kirin û ew ê di vî warî de hêj civîn bêne kirin.

Li gorî daxuyanîya HAMASê, bal hat kişandin ku ew ji hemû peyman û fikrên ku êşên gelê Xezzeyê dawî bike, vê şewatê bi mayînde bide sekinandin, hemû hêzên îşxalê ji Xezzeyê veguherin, dorpêç bê rakirin, ji gel re alîkarî bê kirin, destek û sitargeh bêne çêkirin, lêkirinên ji nû ve û ji bo mehkûman re vekirîne.

HAMASê bang li serokên Ereban û ummeta Îslamê kirin ku bila wek fedekarîya gelê Filistînê biryarekî dîrokî bigrin, bile bikevin pêşîya êrîş û zextên Emrîkayê, êrîşdarî û dorpêça li dijî bakurê Xezzeyê bi acîlî bidin sekinandin.

HAMASê bang li serokên welatan jî kir ku bila ji bona ku birînên gelê bakurê Xezzeyê derman bikin û wan baş bikin xwarin, amûrên tibbî û sotemenîyê bînin bixebitin. Di heman demê de bang hat kirin ku bila yên ku destekê didin îşxalê ji bona ku êrîşdarî, sûcdarî û tunekirina însanîyetê ya wan bidin sekinandin.

Di daxuyanîyê de HAMAS ji welatên ku bi rejîma îşxalker re ketine nav normalîyê re jî bang kir ku bila wan hemû normalîyên xwe qut bikin û weha got: “Hinek welatên me yên Ereb di warê meseleya normalbûnîya bi rejîma îşxalê re de israr dikin, di vî warî de nayê fikirandin ku welatên biyanî înîsîyatîf bigrin.”

HAMASê bal kişand ku hêzên îşxalkeran li bakurê Xezzeyê ji 600î zêdetir însanan li gorî derveyê şert û mercên însanî û bi tazîtî kirine nav qamyonan û wan êsîr girtine, heta niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Derheqê biryara Knessetê de jî ku ji xebatên UNRWAyê re astengîyê anîtibû de bal hat kişandin û weha hat gotin, “Ev, berdewamîya herba sîyonîstan a li dijî gelê Filistîn, ax û mafên wan e û ev îxlalkirina hemû peyman û qanûnên navneteweyî ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Efxenistanê di kana zêr de hilweşîn pêk hat: 3 mirî
Li Spanyayê ji ber şilîyê 50 kesan canê xwe ji dest dan
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 43 hezar û 163yan
Qureyên Hecê îro têne kişandin
Li Xarpêtê qeza: 5 birîndar