HAMAS: Kuştina 27 êsîrên Xezzeyî ya ji teref îşxalê ve sûcekî herbê ye û divê bê tehqîqatkirin

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, bal kişand ku 27 êsîrên ku ji Xezzeyê hatine êsîrgirtin ji teref îşxalkeran ve hatîne kuştin û ev di çapemenîya îşxalê de hatîye îtîrafkirin, hat îfadekirin ku ev rewş rewşekî ku bê tehqîqatkirin e.

HAMAS, di daxuyanîya ku belav kir de bi bîrxist ku 27 Fîlîstînîyên ku li Xezzeyê hatine êsîrgirtin bi îşkence û muameleyên ne însanî hatine qetilkirin.

Hat diyarkirin ev rewş delîlekî dinê ye ku di zindanên rejîma îşxalker de sûc û îxlalên mafan têne lidarxistin.

HAMASê, ji Komîteya Xaça Sor a navneteweyî re bang kir ku bila rola xwe ya însanî û qanûnî bi cîh bîne; bila komîte derheqê êsîrên ku hatine veşartin de agahîyan bistîne ku ew çenhebin û di nav çi rewşî de ne.

Rojnameya Haaretzê îbranî, di xeberekî ku îro parve kir de, îtîraf kir ku hêzên îşxalê ji destpêka êrîşa ku li Xezzeyê hatîye destpêkirin heta niha 27 êsîran di navendên îşxalê de qetil kirine.

Rojname, îfade kir ku piranîya girtîyan li baregehên "SD Timan" û "Anatout"ê hatine şehîdkirin. Berdevkê artêşa îşxalê diyar kir hinek mehkûmên ku şehîd bûne ji ber pirsgirêkên wan ên tenduristîyê ku ji berê ve bi wan re hebûye û di dema herbê de şehîd bûne.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê daxuyand, rejîma îşxalê di nav 24 seatên dawîn de li Xezzeyê 9 qetlîaman li dar xistîye, di encama wan qetlîamên xwe de 83 kesan şehîd kirîye, 142 kesan birîndar kirîye. Wezaret diyar kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê şehîdan derketîye 30 hezar û 800 kesan, hejmarê birîndaran jî gihaştîye 72 hezar 298 kesan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 936an https://ilkha.com/kurdi/cihan/hejmara-sehîdên-li-xezzeyê-derket-45-hezar-û-9
Karwana Hêvîyê ya li Mêrdînê goştê sor belav kir
20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû