HAMAS û Cîhada Îslamî: Operasyona Glîlotê bertekeke siruştî ya li dijî qirkirinê ye

Hereketên HAMAS û Cîhada Îslamî tekez kirin ku operasyona Tel Avîvê ya ku leşkerên îşxalker ên girêdayî Yekîneya Îstixbarata Leşkerî (8200) armanc dike, bersiveke siruştî ye ji komkujiyên îşxalê û sûcên qirkirinê yên li Şerîda Xezzeyê ye.

Li gor tesbîtên ewil di operasyona "eciqandinê" ya bi kamyoneke ku li nêzî rawestgeheke otobusê ya li çarrêya baregeha leşkerî ya Glilotê ya ku navenda wê tê kirin de 6 leşkerên îşxalkeran mirin û 10 ji wan giran 50 siyonîst jî birîndar bûn. Ajansên sîxuriyê yên siyonîst wek Mossad û Yekîneya Îstixbarata Leşkerî ya 8200 li bakurê Telavîvê cih digirin.

Piştî operasyonê HAMAS û Cîhada Îslamî daxuyanî dan û peyama pîrozbahiyê dan û diyar kirin ku operasyon li hemberî qetlîamên îşxalê bersiveke siruştî ye.

HAMASê di daxuyaniya xwe de “bersiveke siruştî ya ji cinayetên îşxalkerên siyonîst li dijî gelê Filistînê û qetlîamên hovane yên berdewam, bi taybetî li bakûrê Xezzeyê, ku hovanetirîn operasiyonên paqijkirina etnîkî û koçberkirina bi darê zorê tê kirin” nirxand.

Cîhada Îslamî: Berxwedanê îspat kiriye ku ji bo derbeyên dijwar li dagirkeriyê bide her dem amade ye

Hereketa Cîhada Îslamî da zanîn ku berxwedan û berxwedana gel a li hember operasyonê, encama operasyona qehremanî ya Tel Avîvê ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê qeza: 2 birîndar
Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî
Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê
8 jê giran 26 birîndar
HUDA PARê ji destheqê kêmtirîn re bertek nîşan da