HAMASê ji qetilkirina rojnamegeran a ji teref rejîma îşxalker ve re bertek nîşan da

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ev, tawanên nedîtî ne ku li dijî rojnamevanan bi armanca tirsandina wan û dûrxistina wan ji ragihandina rastiyên qirkirina hovane tên kirin.”

Rejîma terora sîyonîst li şatîyê êrîş pêk anî û 5 rojnamevanan qetil kir, ji teref HAMASê ve jî derheqê bûyerê de bertek û nerazîbûn hat nîşandan.

Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat dayîn de, şehîdkirina 5 rojnamegerên ku di nav rojekî de ji teref rejîma îşxalker ve hatine qetilkirin bi şeklekî hêz hat şermerzarkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, “Êrîşên terorê wê rojnamevanên Filistînê netirsîne. Rojnamevan li Xezzeyê dinyayê bi sûcên îsraîlê pê bihesînê wê dewam bike.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku artêşa îşxalker li Xezzeyê bi şiklekî qestî û sîstematîkî rojnamevanan hedef digre. Vanan ji bo rojnamevanan bitirsîne û wahşeta qirkirina ku tê jiyandin ji bo neyê bihîstin berya niha qet sûcên wiha li dijî rojnamevanan nehatîye kirine.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin rejîma sîyonîst a faşîst ku rojnamevanên Filistînê kirîye wek hedefa heyfgirtinê û cînayetan pêk tîne hewceye hesab jê bê pirsîn û ji bo van êrîşan bê sekinandin jî sazî û civaka navneteweyî hewceye gavên ber bi çav bêne dîtin bavêjin.

Di daxuyanîyê de bang li sazîyên medya û çapamenîya navneteweyî jî hat kirin û hat gotin, “Sûcên li dijî rojnamevanên Filistînê tên kirin tewrên zelalên şermezar kirinê bigrin û ji bo rejîma sîyonîst a ku sûcan pêk tîne derxîne holê bi rojnamevanên Filistînê re têkevin nav piştevanîyê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Guterres: Qedexekirina fealîyetên UNRWAyê ji bo Filistînîyan wê xerabker bibe
Hak Par: Pirsgirêka kurd bi PKKê dest pê nekirîye ku dê bi qedandina wê re ji holê rabe
Li Rihayê qezaya zîncîrî pêk hat: 10 birîndar
Netenyahuyê qirker teklîfa agirbestê ya Misirê red kir
Guterres: Ji ber astengîyên îsraîlê li Xezzeyê jiyana bêjimar însanan di bin talûkeyê de ye