Hat îddîakirin îhmala DEDAŞê bû sedema mirina zilamê îxtîyar

Li Dêrika navçeya Mêrdînê zilamê îxtîyar ê ku heywanên xwe diçêrand bi têla ceyranê ve ma û canê xwe ji dest da ku gundîyan diyar kirin ew berî niha bûyer têlê xeber dane DEDAŞê lê ew pê eleqedar nebûne.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Abid Bozê 70 salî li Hedreşa gundê Dêrika Mêrdînê ji bo heywanên xwe biçêrîne çû herêma 200 metro ji gund dûr bû. Abidê ku di hewa bi baran de têlên ceyranê nedît bi ceyranê ve ma û canê xwe ji dest dan.

Mihemed Bozê birayê Abidî derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re destnîşan kir, kekê wî ji ber îhmala DEDAŞê canê xwe ji dest daye.

Boz di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Me berî niha xeber dabû wan, lê belê ew ji bo dîreka ku ew bû 2 sal şikestîye nehatin û dîrekeke sexlam di şûna wê de nedanîn. Ji ber ku dîrek şikestîya bû û mesafeke zêde ketibû navbera dîrekan, têl xwe bi xwarê de berdabûn. Kekê min î ku çûbû ber heywanan bi şiklekî têlan nabîne û bi ceyranê ve dimîne. Me berî vê 2 salan DEDAŞê di vî warî de hişyar kir. Ji me re gotin ji ber vê yekê problem dernayê. Berî wefata kekê min bizina gundîyekî me bi ceyranê ve ma û telef bû. Me li wan gerîya da ku ceyranê qut bikin, lê belê serê xwe bi me neêşandine.”

ÎLKHA

 




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da