​Hejmara mirînên ku ji ber coronavîrusê pêk hatine 3 hezaran derbas bû

Li Çînê heta niha 2 hezar û 914 kes ji ber coronavîrusê mirin.

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin hejmara kesên ku hatine xistin bin muşahedê daket 46 hezar û 219 kesan û heta niha 44 hezar û 462 kes ji xestê hatin derxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin coronavîrus heta niha li 50 welatan hat dîtin û zêdetirî 3 hezar kes ji coronavîrusê mirin.

Piştî Çînê welatê ku herî zêde mirin ji ber coronavîrusê pêk hatin Îran e. Li Îranê heta niha 66 kes mirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da