Foruma Rojnamegerên Filistînî ragihand ku rojnamevan Ala Esed Haşim ê ku berê di bomberdûmana îşxalê ya li Xezzeyê de birîndar bûbû şehîd bû.
Forumê nehiştina civaka navneteweyî ya di parastina rojnamegerên Filistînî de şermezar kir û diyar kir ku divê rojnameger di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û peymanên însanî de bi serbestî karibin pîşeya xwe bikin.
Hejmara rojnamevanên Filistînî ku di encama êrişên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve hatin kuştin, gihaşt 206an.
Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve 48 hezar û 524 kes ji wan 17 hezar û 841 zarok û 12 hezar û 298 jin şehîd kirine û 111 hezar û 955 kes jî di êrişên xwe yên ser Xezzeyê de birîndar kirine. (ÎLKHA)