Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 40 hezar û 861an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 40 hezar û 861an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 398an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 334emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 42 kes şehîd kirin û 107 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 40 hezar û 861an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 398an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma dagirker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman derheqê doxtorên ku ji Xezzeyê re şandin de daxuyanî da
Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyarîya berfa “tund” da
Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar
Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn