Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 182yan

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 182yan û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 280an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 344emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 64 kes şehîd kirin û 155 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 182yan û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 280an.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma îşxalker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

El Cezîre: Ji cîhazên ku li Libnanê teqîyan re ji berê ve teqemenî hatin bicîhkirin
Li 44 bajaran operasyona Narqoçelîk-39 hat lidarxistin: 293 binçavî h
zîhnîyeta derbekar lenet dikim
Li Rihayê bi xebatên HUDA PARê malbatên neyar li hev hatin
HUDA PAR: Sedema polîtîkayên ku bi îftîrayan li dijî partîya me têne kirin sekina me ya li hember wehşetîya sîyonîstan e!