Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 41 hezar û 495an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 495an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 6an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 355emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 28 sivîl şehîd kirin û 85 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 495an û hejmara birîndaran jî derket 96 hezar û 6an. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman derheqê doxtorên ku ji Xezzeyê re şandin de daxuyanî da
Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyarîya berfa “tund” da
Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar
Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn