Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 42 hezar û 847an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 42 hezar û 847an û hejmara birîndaran jî derket 100 hezar û 544an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 384emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 55 sivîlan şehîd kirin û 142 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 42 hezar û 847an û hejmara birîndaran jî derket 100 hezar û 544an. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di êrîşa TUSAŞê de 5 kes canê xwe ji dest dan 22 kes jî birîndar bûn
Li Rihayê mîsyoneran derî bi derî digerin û incîlê belav dikin
Li Meksîkayê di navbera artêş û kartelan de pevçûn derket: 19 mirî
Li Stenbolê li dijî PKK/KCKê operayon: 35 binçavî
Li Libnanê 5 leşkerên îşxalê mirin