Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 43 hezar û 341an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 341an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 105an.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 394emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 27 sivîlan şehîd kirin û 86 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 43 hezar û 341an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 105an. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li bernameya HAKSÎADê peyivî
Li Mêrdînê civîn û meş ji bo 10 rojan hatin qedexekirin
Karwana Hêvîyê li Bangladeşê ji bo astengdaran kursîyên biteker dîyarî kir
Li Erdexanê qeşa jiyanê bi xerabî tesîrdar dike
HUDA PAR: Divê bi lez û bez ciwanên ku hatine binçavkirin bêne serbestberdan!