Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 658an

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 658an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 583yan.

Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 455emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di qetlîamên 24 saetên dawîn de 77 sîvîlan şehîd kirin û 145 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 658an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 583yan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şert û mercên giran ên zivistanê li Emrîkayê tesîrdar dibin
Ebû Ubeyde: Heta ku gelê me ne di ewlehîyê de be ew ê îşxalkeran jî tehma ewlehîyê negirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 45 hezar û 854an
Li Çînê di mezinahîya 6,8an de erdhej çêbû: Herî kêm 52 mirî
Ji Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê re êrîş hat kirin