Henîyye ji qetlîama ku li Nuseyratê hat kirin re bertek nîşan da: Em ê teslîm nebin

Serokê Buroya Sîyasî yê HAMASÊ Îsmaîl Henîyye derbarê qetlîamên ku îro ji teref siyonistên terorîst ve li Nuseyrat û Deyr el-Balahê hat kirin de daxuyanîyek belav kir û ew ê ti carî teslîm nebin.

Li gorî daxuyanîya ku li ser malpera HAMASê hat belavkirin Henîyye destnîşan kir siyonistên îşxalker û terorîst a niha jî li Nuseyrat û Deyr el-Balahê qetlîamên xwe didomînin û wiha got: “Welatên cîhanê rejîma îşxalê wek qatilên zarokan diwesfînin. Lê belê digel vê yekê jî li dijî gelê Filistînê qirkirin tê kirin û ev welat vê qetlîamê nasekinînin. Rejîma îşxalê dixwaze daxwazên xwe li ser me ferz bike û bi me bide qebûlkirin. Divê bê zanîn ev yek ew ê pêk neyê. Ew ê ti peymanên ku têde ewlehîya gelê me garantî neke dê neyê îmzekirin.”(ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Demîr li Entabê zîyaretên xwe didomîne
Ciwanê Azad hevdîtina nimêja serê sibehê didomîne
Ji Dêrsim û Pulurê re qeyûm hat avêtin
Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 3 birîndar
Qeredaxî: “Mesulîyetên mezin ên alimên Misilmanan hene”