Heyeta Platforma Qûdsê HUDA PARê zîyaret kir

Heyeta Platforma Qûdsê, di Meclîsê de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû zîyaret kir. Di hevdîtinê de li ser rewş û halê dawîn ên Xezzeyê hat axaftin, hat gotin, ji bo careka din li Fîlîstînê qetlîam çênebin, lazim e ummet gavan bavêje.

Serokê Gîştî yê HUDA PARê bi Heyeta Platforma Qûdsê ya navbeyna Parlementeran di Meclîsê de hat bal hevdu.

Di hevdîtinê de Îshak Saglamê ku Wekîlê Serokê Giştî Yapicioglû ye, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Parlementerê Entebê yê HUDA PARêê Şehzade Demîr, Berdevkê Partiyê û Parlementerê Êlihê Serkan Ramanli alîkarê Serokê Giştî yê Partiyê û Parlementerê Mêrsînê Farûk Dînç jî amade bûn.

Yapicioglû di hevdîtinê de got, Fîlîstîn û Eqsa carek din rastî qirkirin û komkujiyê ne divê alema Îslamê derheqên gavên hewceyî de biaxifin.

Yapicioglû weha dewam kir, “A niha êrîşên li ser Fîlîstînê û Mescîdê Eqsayê tenê komek îşxalker nake. Deseteka kûrewî û cîhanê jî li paş sîyonistan heye. Ji ber vê yekê divê mucadeleya me jî tenê bi van kesan re nebe. Ji bo carek din komkujî û qirkirinê bi vê rengê neqewin divê muheqeq ummet bê bal hevdu. Li ser vê yekê nîqaş û muzakereyê bikin. Di vê çerçoveyê de gavên hewceyê bên avêtin.

Serokê koma dostaniyê ya di navbeyna parlementeran, Parlementer Hasan Tûran jî got, armanca vê platformê xwedî li derketina Qudsê ye. Ji bo vê yekê hişyarbûnê pêk bîne. Ji bo Qûds bigihîje azadiyê tevkariyê bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej