Derbarê mijarê de ji teref Heyva Sor a Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, artêşa îşxalê nahêle ku oksîjen bê birin Nexweşxaneya Emel a Xazzê ku ji ber vê yekê 3 kesên nexweş ên li xestê şehîd bûn.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin rejîma îşxalê bênavber êrîş jî dibe ser xestexaneyê.(ÎLKHA)