Vê şeveqê digel xelasbûna agirbesta ku 7 rojan berdewam kir siyonistên îşxalker cardin êrîşî Xazzeyê kirin. Di encama êrîşên ku vê şeveqê dest pê kirin de heta niha herî kêm 26 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Komên berxwedanê yên li Xazzeyê jî bi roketan bersiv dan siyonistan û bi dehan roket avêtin Askalanê.
Endamê Buroya Siyasî yê Hamasê Îzzet Er-Rîşk derbarê êrîşên siyonistan de got ku ew çawa ku di pêncî rojan de bi ser neketin bi heman awayî piştî agirbestê jî bi ser nekevin.(ÎLKHA)