Hikumeta li Xezzeyê: li Nexweşxaneya Şîfayê 50 Fîlîstînî hatin înfazkirin, 200 kes jî hatin desteserkirin

Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê, daxuyand ku artêşa îşxalê, li Nexweşxaneya Şîfayê ku qetlîamekî bixwîn li dar xistîye, 50 Fîlîstînîyan înfaz kirîye, 200 Fîlîstînîyan jî êsîr girtîye.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsê ve hat belavkirin de hat ragihandin ku artêşa îşxalê li Nexweşxaneya Şîfayê sûcekî eşkere li dar xistîye û ew hiqûqa navneteweyî îxlal kirîye.

Hat diyarkirin ku di êrîşa li dijî nexweşxaneyê de heta niha 50 Fîlîstînî hatine înfazkirin, 200 Fîlîstînî hatine êsîrgirtin. Di nav Fîlîstînîyên ku hatine qetilkirin de, zarok, nexweş û însanên ku ji cîhê xwe bûne hene.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku rejîma terorê, çekên giran, kuçikên polêsan, tank, wesayîtên hewa yê bêînsan û helîkopteran bi kar tîne, li dijî sîvîl û nexweşên ku di hewşa nexweşxaneyê de ne jî gule û bombeyan redişînin.

Hat destnîşankirin ku ji vê qetlîama nexweşxaneyê, bireveberîya Emrîqayê û civaka navneteweyî mesul e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

20 xwendekar bi sivikî birîndar bûn
UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne
Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Stenbolê beşdarî fûara xalîyan bû
NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin
Serokkomar Erdogan, Mesrur Barzanî qebûl kir