Hîzbullah: Di warê redkirina Peymana Sedsalê de divê hemû kes bibe dengek

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “Em wê peymana şermê ya ku ji teref birêveverîya bêrehm ê Trumpê Serokê Amerîka ve digel mafên gelê Filistînê hat destpêkirin red dikin û bi tundî şermezar dikin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, bi wê peymanê qaşo ya aştîyê ya ku ji teref Trump ve hat daxuyandin him axên Filistînê û him jî mafên meşrû tên hedefgirtin û hat gotin: “Em hişyar dikin. Ev plan pir bi xetere ye ku ew ê tesîr li ser temamê herêmê bike û netîceyên neyînî derîne holê.”

Di berdewama daxuyamîyêde hat diyarkirin Amerîka bi salan alîkarîya wî dijminê ku ev bi salan êrîşî gelên Ereb dike, îşxal û qetlîaman dike kir ku îro heman Amerîka teşebûs dike ku mafên meşrû û dîrokî yên Filistînîyan ji destên wan bistîne ku bi vê yekê wî dijminê Mislimanan bi tac dike. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Hinek birêveverîyên Ereb him bi şikleke eşkere û him jî bi şiklekî veşartî îxanetê dikin ku ev plan ji ber îxaneta wan derket holê. Ew birêveberîyên ku ji bo îqtîdara xwe biparêzin alîkarîya Filistînê nekirin dê tu carê neyên jibîrkirin û efûkirin. Di warê redkirina Peymana Sedsalê de divê hemû kes bibe dengek.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da