Hîzbullah, şehadeta Nesrullah daxuyand

Hîzbullahê Libnanê, daxuyand ku Sekreterê Giştî yê tevgerê Seyyîd Hesen Nesrullah şehîd bûye.

Hîzbullahê, derheqê şehadeta Hesen Nesrallah de li ser qenala fermî ya Telegramê daxuyanîyek parve kir.

Di daxuyanîyê de, digel şehadeta Nesrallah bal hat kişandin ku ew ê berxwedan, “Micadeleya xwe ya bi dijmin re û rêya xwe ya destekê ya ji Xezze û Filistînê û di warê parastina xelkê şanaz ê Libnanê de berdewam bike”

Hîzbullah di daxuyanîya xwe de weha got:

“ ‘Wê çaxê, yên ku dixwazin jîyana dinyayê bidin û jîyana axîretê bistînin di rêya Xwedê de herbê bikin. Kê ku di rêya Xwedê de herbê bike di wê rê de were kuştin an jî xalib were em ê ji wî re mikafatekî mezin bidin.’

Birêzê berxwedanê, Ebdê Sadiq, ji Rebbê xwe û riza xwe re wek şehîdek gihaşt… Serokekî mezin, qehremanekî cesûr, xwedî hîkmet, bi îman û xwedîyê nerînekî kur… Beşdarî karwanê Pêxember û şehîdan bûye.

Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrullah, bi tevî hevalên xwe yên şehîd ên ebedî, ji sala 1992yan vir ve nêzê 30 salan di vê micadeleya pîroz de, ji wan re rêbertîyê kirîye; ji sala 2000an xelasîya Libnanê, heta zefera îlahî ya 2006an û hemû herbên şeref û fedekarîyê bi serfîrazî bar kirîye. Dawî ji bo Filistîn, Xezze û xelkê mezlum yê Filistînê berê xwe daye micadeleyekî ku destek û piştgirîyê daye.

Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Hesen Nesrallah ku şehîd bûye, di rêya Quds û Filistînê de, hemû daxwazîyên xwe yên biqîmet û mertebeyên bilind ên îmanê pêk anîtîye û şehîd ketîye. Xeyn ji vêya di encama êrîşa xaînî ya sîyonîstan de, hevalên wî yên ku ketine rêya pak û pîroz û şehîd bûne yad dikin û şîna xwe pêşkêşî dikin.

Serokatîya Hîzbullahê, ji şehîdê herî bilind, herî pîroz û herî biqîmet re, di vê rêya ku şehîd û fedekarî tijîye de teahhûd dike ku ew ê berdewam bike. Em ê micadeleya xwe ya bi dijmin re, rêya xwe ya destekê ya ji Xezze û Filistînê re û parastina xelkê şanaz ê Libnanê berdewam bikin.

Micahîdên bi şeref û qehremanên Berxwedana Îslamî ya ku bi zeferê tijî ye, hûn emanetê şehîd in, hûn mertala wî ya biqewet û pirlantaya taca serê wî ya qehremanî û fedekarîyê ne. Birêz Serokê me, fikrên wî, rihê wî û rêya wî ya pîroz hêna jî di nav me de ye. Hûn, di rêya berxwedan û fedekarîyê de, ji rêya ku me ji bo zeferê teahûdan daye re berdewam bikin. ” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guran dest pê kir
Di balafira ku li Qazaxistanê ket xwarê de 38 kesan canê xwe ji dest dan
Li Meletîyê qeza: 2 birîndar
Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî
Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê