HUDA PAR amadehîyên xwe yên ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn temam kir

HUDA PARa ku bi şîara “Pêşî Însan, Pêşanî Edalet” derket qada siyasetê Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn dê sibe tertîp bike.

Kongre dê sibe di seat 10.00an de li Qesra Sergî û Sporê ya Ataturkê dest pê bike.

Amadehîyên ku ji bo kongreyê dihatin kirin bi dawî bûn û ji bo kongreyê temamê tedbîrên pêwîst hatin standin.Di dîmenên ku ji cihê kongreyê hatine girtin de tê dîtin salon bi pankartên ku li ser wan “Pêdivî bi siyaseta dirist û edaleta rastî heye, Pêşî însan, pêşanî edalet, Doza me hurîyet, adalet, aştî û biratî ye.” hatin daleqandin.














İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin