HUDA PAR: Divê bi lez û bez êrîşên bêrehm ên artêşa îsraîlê ya li dijî Sûrîyeyê bêne sekinandin

Serokê Karên Derve/Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, di peyama belav kiribû de, bang kir ku bila welatên herêmê ji îşxala fiîlî ya rejîma sîyonîst ku li Sûrîyeyê pêk tîne re tewr û sekinekî hevpar nîşan bidin.

Serokê Karên Derve/Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, di peyama ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî belav kir de weha got: “Ji Tirkîye û raya giştî ya navneteweyî re banga acîlî! Artêşa îşxalker a îsraîlê, bi piştgirîya Emrîkayê, piştî ketina rejima Baasê ji amûrên parastinê ya Sûrîyeyê re êrîşên giran li dar dixe û axên Sûrîyeyê bi fiîlî îşxal dike. Bi bombekirina wesayîtên parastina hewayê, radaran û keştîyên aîdê donanmayê tê xwestin ku parastina welat bê tunekirin. îsraîla ku li Xezze û Libnanê sûca qirkirinê pêk tîne, bi êrîşên li Sûrîyeyê hedef dike ku îşxala xwe ya li Golanê mezin bike. Divê di serî de Tirkîye û hemû raya giştî ya navneteweyî ji bo sekinandina êrîşên îsraîlê bi lez û bez dest bi xebatê bikin. Divê welatên herêmê li hember teşebûsa ev îşxala li dijî axên Sûrîyeyê tewr û sekinekî hevpar nîşan bidin. Divê bi lez û bez êrîşên ku li dijî pêşeroj û tecrûbeyên gelê Sûrîyeyê re têne kirin bêne sekinandin.”

Rejima sîyonîst, herêmên tampon û yên dinê ku li Tepikên Golanê hatibûn bêçekkirin kir bin kontrola xwe.

Îşxala ku tê qalkirin, îxlalkirina Peymana Sekinandina Pevçûnê ya ku di 1974an de di navbera Sûrîye û rejima sîyonîst de hatibû îmzekirin e.

Tiştên ku rejima îşxalker dike, îxlalkirina hiqûqa navneteweyî, yekîtî û ewlehîya axên Sûrîyeyê ye.

Artêşa îşxalê, ji roja duşemê vir ve herêmên nêzê sînora Sûrîyeyê îşxal kir û li Sûrîyeyê çekên ku stratejîk in hedef girt. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara kuştîyên êrîşa li Elmanyayê derket 4 kesan
Li Dîyarbekirê qezaya zîncîrî: 6 birîndar
Li Palandokenê aşît ket: 5 birîndar
Li Dîyarbekirê qezayek dinê pêk hat 13 wesayît li hev qelibîn: 8 birîndar
Li 19 bajaran operasyona PKK/KCK: 40 binçavî