HUDA PAR: Divê cihê qebrên Seîdê Nûrsî, Şêx Seîd û Seyyîd Riza bên eşkerekirin

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê cihê qebrên Seîdê Nûrsî, Şêx Seîd û Seyyîd Riza de bang li rayedaran hat kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de di bîran hat xistin ku ji ber taleba malbata Şêx Seîd Mahkemeya Îdareyê ya 5emîn a Enqereyê ji Wezareta Karên Hundir agahî daxwaz kir û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Cihên qebra Şêx Seîd û 47 hevaldozên wî yên ku di sala 1925an de li Derîyê Çiyê ya Diyarbekirê hat îdamkirin digel temamê daxwazan ji malbat û raya giştî tê veşartin. Ger ev yek bihata kirin ew ê feydeyeke mezin daba çareserîya meseleya Kurd, lê belê dewlet bi israr vê yekê nake ku sedema vê yekê bi serê meriv nakeve.”

“Divê bi şikleke fermî bê qebûlkirin ku zilm li alimên Kurdan nexasim jî li Şêx Seîdê ku ji teref Kurdan ve tên qebûlkirin hatiye kirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, divê êdî dewlet wê zilma ku li mezinên Kurdan hatiye kirin qebûl bike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê bi şikleke fermî bê qebûlkirin ku zilm li alimên Kurdan nexasim jî li Şêx Seîdê ku ji teref Kurdan ve tên qebûlkirin hatiye kirin.Her wisa divê cihê qebrên Seîdê Nûrsî, Şêx Seîd û Seyyîd Riza bên eşkerekirin û demildest arşîvên Mahkemeyên Îstîklalê bên parvekirin. Em hêvî dikin Wezareta Karên Hundir ê ku heta îro di vî warî de tu gav navêtîye ji niha şûnda tiştinan bike û belgeyên di destên xwe de bi mahkemeyê re parve bike.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye