Berî vê 91 salan dema ku dîrok 13ê Tîrmeha sala 1930î nîşan dida li navçeya Erdîşa Wanê li Gelîyê Zîlan bi hezaran însan hatin qetilkirin û bi deh hezaran însan jî ji war û memleketên xwe hatin derxistin.
Navenda Giştî yê HUDA PARê di salvegera vê qetlîamê de peyamek belav kir. Di peyama ku hat belavkirin de hat destîşankirin, ji ber qetlîama ku hat kirin divê dewlet lêborînê ji Kurdan bixwaze.
Di peyama ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, di 13ê Tîrmeha sala 1930î de li Gelîyê Zîlan qetlîameke mezin hat kirin ku di dîroka nêz de êş û elemeke wisa kêm tê dîtin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Di vê pêvajoyê de bi hezaran însanên ku li Agirî, Wan û herêmên li derdora van bajaran dijîyan hatin qetilkirin. Di wê qetlîamê de bi hezaran kesên sîwîl ên ku di nav wan de zêc û zarok jî hebûn hatin qetilkirin ku digel ku ji ser vê qetlîamê 91 sal derbas bûbe jî êş û elema wê wek roja ewil e û hêj birîna ku vebûye qemûşk negirtiye. Digel ji ser vê wehşetê 91 sal derbas bûbûn jî li ser navê dewletê ji bo qetlîama ku hatiye kirin ne payemeke tazîyeyê hat weşandin, ne lêborîn hat xwestin û ne jî poşmîneyek hat destnîşankirin.”
“Şênîyên gundan bi çekên mîtralyoz û singûyan bi şikleke hovane hatin qetilkirin”
Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser wan tiştên ku piştî qetlîama Zîlanê pêk hatine û dû re wiha hat gotin: “Piştî qetlîama ku hat kirin re li herêmê bi mehan talan, qetlîam û yaxme hatin kirin ku ev yek ji wan lekeyên reştirîn lekeyek e. Piştî qiyama Şêx Seîd hikûmeta wê demê ji ber îxtîmala qiyameke din biryar da ku temamê mezinên eşîran, şêx û alim bên şandin sirgûnê. Lê belê gelê herêmê vê qerara sirgûnkirinê qebûl nekir û xwe spart Çiyayê Agirîyê ku ji ber vê yekê li hember wan kesan harekateke leşkerî hat destpêkirin û di vê pêvajoyê de bi sedan gund hatin valakirin, şewitandin, dest hat danîn li ser heywanan û bi hezaran gundîyên li herêmê li Gelîyê Zîlan hatin berhevkirin û zêc û zarok jî di nav de bi hezaran şênîyên gundan bi çekên mîtralyoz û singûyan bi şikleke hovane hatin qetilkirin.Her wisa bi hezaran Zîlanî di kampan de hatin komkirin û birçî hatin hiştin û bi sedan ji wan jî li girtîgehên cuda cuda de canê xwe ji dest dan. Di encama harekata ku hat kirin de herêm ji Kurdan hat xalîkirin û dû re jî di çarçoveya polîtîkayên îskanê de koçber li wan herêmên ku lê qetlîam hatin kirin, hatin bicîkirin. Zarokên wan însanên ku wê demê ji war û wargehên xwe hatin derxistin ev nêzî sed salan e ku li herêmên cuda yên welêt dijîn.Ew mexdûrîye û îhlalên mafan ên ku hatin kirin hêj nehatin telafîkirin.”
“Dewlet ji bo ji vê rûreşîyê xelas bibe divê qetlîama ku hatiye kirin qebûl bike.”
Di berdewama peyamê de hat destnîşankirin, divê dewlet qetlîama ku hatiye kirin qebûl bike û dû re wiha got: “Ji bo cardin qetlîamên mîna qetlîama ku di 13ê Tîrmeha sala 1930î de li Gelîyê Zîlan hat kirin, neyên kirin divê ev yek neyê jibîrkirin. Ji ber vê minasebetê em ji gelê xwe yê ku bi mazlûmane hat qetilkirin re rehmetê teleb dikin. Dewlet ji bo ji vê rûreşîyê xelas bibe divê qetlîama ku hatiye kirin qebûl bike, zirara maddî û manewî ya ku wê heyamê pêk hatiye tedarik bike, helalî ji malbatên kesên ku hatine qetilkirin bixwaze û ji bo cardin qetlîamên wisa neyên kirin divê dewlet vê qetlîama xeyrî însanî şermezar bike.”