HUDA PAR: Divê temamê welatên Îslamê sefaretên ku aîdî siyonistan in bigirin û sefîran jî dersînor bikin

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Eşîn derheqê êrîşên siyonistên terorîst, berxwedana Filistînîyan û geşedanên dawî yên li Filistînê de daxuyanîyek belav kir.

Eşîn di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, tiştê ku siyonistan ditirsîne hebûna berxwedanê bi xwe ye û dû re wiha got: “Siyonist dixwazin Taxa Şêx Cerrah bi temametî ji Mislimanan xalî bikin û tê de cihûyan bi cî bikin.Ev siyonist cesareta xwe ji welatên mîna Îngîltere, Fransa, Almanya, Avusturya û nexasim ji Amerîkayê distîne.”

“Divê temamê welatên Îslamê sefaretên ku aîdî siyonistan in bigirin û sefîran jî dersînor bikin”

Eşîn di berdewama daxuyanîya xwe de bang li temamê Mislimanan û welatên Îslamê kir û wiha got: “Divê hikûmet di vî warî de hinek gavan bavêje ku di serê van gavan de girtina baregahên Încîrlîk û Kurecîkê tê. Ger ji van deran ji siyonistan re îstîxbarat biçe ev yek bi xwe jî sûceke mezin e. Em bendewar in ku Tirkîye di vî warî de gavine wisa bavêje ku bi vê yekê pêşîya qetlîamên siyonistan bê girtin û welatên Îslamê jî bibin xwedî cesaret û di vî warî de tiştinan bikin.Divê bê zanîn bi şermezarkirinê  êrîşên siyonistan nikare bê sekinandin. Êdî divê ji bo vê yekê serî li rêyên mîna leşkerî, aborî û yên mîna wan bê dayîn. Divê temamê welatên Îslamê sefaretên ku aîdî siyonistan in bigirin û sefîran jî dersînor bikin. Ger ev yek bê kirin ew ê gaveke mezin bê avêtin.”

Eşîn di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser yekbûna û yekîtîya axên Filistînê û derheqê pêşnîyaza welatê bi du dewlet a Erdogan a wekî ya li Qibrisê de jî wisa got: “Filistîn bi temametî axa Filistînîyan e. Nabe ku lê du dewlet hebin.”




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin