HUDA PAR: Emrîqa ti dem nikare bibe parçeya çareserîyê

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr weha got, “Emrîqaya ku ji roja ewil heta îro li alîyê sîyonîstan teref digre û di NYyê de pêşnîyarên agirbestîyê veto dike, di çareserîyê de gerek li ti alîyekî nebe.”

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şehzade Demîr, derheqê Xezzeya ku di bin bombebarandina sîyonîstan de ye de nirxandinan kir.

Demîr di civîna ku di Meclîsê de lidarxist de diyar kir wehşet û mezalîma ku li ser Xezzeyê ye bi hemû wehşeta xwe didome û dûre weha got, “Li gorî agahîyên ku ji Xezzeyê tênê standin doh êvarê, bombebaranekî ku ji 7ê Cotmehê heta îro lidarxistine yê herî giran tê lidarxistin. Digel derbasbûna mehekî a li ser Tofana Eqsayê, digel hebûna şehîdên me yên ku piranîya wan zarok û pîrek in mixabin birayên me yên Xezzeyê tenê ne. Av, xwarin û ceryan tineye. Nexweşxane tênê bombebarankirin, ji birîndaran re midexele nikarin bikin. Dibe ku hêna jî bi hezaran însan di bin kavilan de bin.”

“Dinya ev qirqirina ku tê dikin temaşe dike”

Demîr ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Digel ev qas tiştan dinya qirqirin û komkujîya ku tê kirin temaşe dike. Bireveberîyên welatê Îslamê hêna jî tiştekî nakin. Emrîqa, Îngîlîstan, Fransa, Japonya û welatên dinê bi hemû artêş û cebilxaneyên xwe wek ku meydanê ji însanan re dixwû destekê didin ji wehşeta sîyonîstan re.”

Demîr piştî ev axavtina xwe derheqê hatina Blînkenê Wezîrê Karên Derve yê Emrîqayê de jî axivî û weha got, “Wezîrê Karên Derve yê Emrîqayê Blînken ku failê vê wehşetê ye, qaşo di çarçoveya lêgerîna çareserîyê de ketîye nav gera herêmê û doh êvarê jî hat Tirkîyeyê. Hemû kes texmîn dike ku hatina Blînkenê ku di bin navê çareserîyê de hatîye çî ye. Helbet çareserîya Emrîqayê ne rehetîya Xezzeyîyan û garantîkirina azadîya dewleta Fîlîstînê ye. Armanca wan parastina azadîya sîyonîstên îşaxalkeran e û di vî warî de dîtina çareserîyekî ye. Armanca wan girtina navendê ya sîyonîzman e û ji derva hêştina HAMASê ye. Emrîqaya ku ji roja ewil heta îro li alîyê sîyonîstan teref digre, di NYyê de pêşnîyarên agirbestîyê veto dike di çareserîyê de gerek li ti alîyê nebe. Armanca hatina Blînkinê ji herêmê re ev e: Hamasê di derve de bihêle û Xezzeyê jî bêînsan bihêle, ji bona vêya jî dixwaze ku welatan îqna bike. Zêhnîyeta ku HAMASê neheq dibîne, zêhnîyeta ku sîyonîstan meşrû dibîne ye. HAMAS, hereketekî sîyasî ya ku ji teref Fîlîstînîyan ve hatîye bijartin û temsîlkarîya îradeya Fîlîstînîyan e.”

“Formulekî yê ku wê HAMASê qebûl neke gerek neyê înyadkirin.”

Demîr di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em dixwazin ku ev tiştê bi şekleke zelal îfade bikin; Emrîqa ti dem ji çareserîyê re nikare bibe parçeyek û alîyekî. Divê di vê denklemê de cîhekî negire. Ti formulekî ku HAMASê di derve bihêle wê çareserîyekî neyne. Micadeleya HAMASê li hember îşxal û qetlîaman micadeleyekî mafdar e. HAMAS, tevgerekî gel a ku ji teref xelkê ve hatîye bijartin e. Ji ber vê yekê formulekî yê ku HAMAS qebûl neke divê neyê înyadkirin. Divê Tirkîye ji tiştekî ku HAMASê jê razî nebe re bi muspetî nêz neçe.”

“Divê fîloyekî behrê ya navneteweyî bi şekleke lezgîn derkeve rê”

Demîr ji axavtina xwe re weha berdewam kir, “Xisûsa duyemîn a ku em li ser bisekinin eve ku divê em li ser meseleya alîkarîya ji bo Xezzeyê bisekinin. Şikandina ebluqayê û gihandina alîkarîyên însanî bûye wek heceyekî ciddî. Niha ji meseleyên ku divê dinya li ser bisekine ya lezgîn ev e. Ev dram û mesele ji ser milê me re wezîfeyekî dide. Ji bona vêya jî divê fîloyekî behrê ya navneteweyî bê hazirkirin. Banga me ya ji ev dinyayê re û bi taybetê banga me li welatên Îslamê re ye. Divê Tirkîye hemû îmkanên xwe bikar bîne û ji bo ev tiştê jî zemînekî çêbike. Hemû welatên ku îddîaya rêzgirtina ji mafên mirovan û dijberiya hovîtiya siyonîst dikin, bi taybetî welatên îslamî û bi taybetî welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî, divê bi dabînkirina keştiyan û hewcedariyên serekî ve, bi rastî piştgiriya vê keştiyê bikin, lê xwedî derkevin û bi rê ve bibin di zûtirîn dem de."

“Ev banga me ne tenê ji Tirkîyeyê re”

Demîr di dawîya axavtina xwe de weha got, “Helbet banga me ne tenê ji bo Tirkiyeyê ye. Divê hemû welat, çi misilman çi ne misilman, ji bo vê fîloyê tevbigerin. Bi kurtasî: Em teqez serdana Blinken a Tirkiyeyê bi niyeta baş nabînin, divê ferzkirinên Blinken ti carî neyên qebûlkirin. Ya duyemîn, banga me ya lezgîn ew e ku fîloya alîkariyên mirovahî di zûtirîn dem de ji deryayê re bi rê ve bibin. Em bang li hemû welatên Îslamê û hemû welatên ku li dijî sîyonîzmê ne û îddia dikin ku li hemberî vê wehşetê disekinin, dikin ku di zûtirîn dem de vê fîloyê bidin ser rê." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin
Li Diyarbekirê bernameya “Ummu Gulsum” hat lidarxistin