HUDA PAR: Encamên hilbijartinê ya li Herêma Kurdistanê serxêrê be

Li Herêma Kurdistanê ji bo parlamentoyê gel çûn ser sindoqan û ji bo hilbijartinê rayên xwe avêtin. dengdayîna li Herêma Kurdistanê dawî bû û HUDA PARê jî bi vê minasebetê peyamek belav kir.

Ji teref HUDA PARê ve ji ber dawîbûna hilbijartinê peyamek hat belavkirin û di peyamê de ji bo partîyên ku ketine parlamentoyê di xebatên wan ê edalet û biratîyê de serfirazî hat daxwazkirin.

Di peyama HUDA PARê de weha hat gotin:

“Encamên hilbijartinê serxêrê be

Herêma Kurdistanê, hilbijartina xwe ya şeşemîn bi encameke pêknehatina pirsgirêkekî û serfirazî dawî kir. Bi vê wesîleyê em gelê Kurdistanê ku beşdarî hilbijartinê bûne û îradeyên xwe nîşan dane pîroz dikin.

Ji ber ku rêjeya beşdarîya di vê hilbijartinê de li gorî hilbijartinên berê zêdetir e, nîşana wê yekê ye ku pêvajo baş dimeşe û bawerîya gel bi sazîya sîyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Damezrandina hikumeteke bi qewet, ji sazkirina civakeke di bingeha edalet û biratîyê de girîng e. daxwazî û hêvîya me ev e ku partîyên ku ji bona hêvîyên xelkê bi cîh bînin û ji pirsgirêkan re çareserîyê bibînin ketine parlamentoyê di nav helbesteke çêker de tevbigerin.

Ji bo partîyên dinê yên ku li derveyê parlamentoyê mane jî di xizmetkirina ji gel re ji bo çêkirina aştîya civakî ya di nav sazîya sîyasetê de wezîfeyên muhîm hene. Em ji wan re jî di nav pêvajoya pêş de serkeftinê dixwazin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an