HUDA PAR qerara xwe ya hilbijartina mehellî eşkere kir

Mahmut Şahîn, derheqê hilbijartina mehellî de biryara xwe daxuyand û got, “Em wek HUDA PARê qerar girtine ku em ê di çend cîhên tîfaqê de destekê bidin namzedên tîfaqê, di cîhên dinê de jî em ê ji hilbijartinê re bi logo û namzedên xwe beşdarî bibin.”

Şahîn, qerara hilbijartina mehellî ya 31ê Adarê di Navenda Giştî yê HUDA PARê de daxuyand.

Şahîn, di axavtina xwe de bibîrxist ku doh Sazîya Hilbijartina Bilind partîyên ku dikarin beşdarî hilbijartinê bibin daxuyand û ew jî ji xebatên hilbijartinê re dest pê kirine.

Şahîn, “Bawerîya me ew e ku wexta naskirina xelkê me a bi ‘Şaredartîya Durust Xizmeta Rast’ ve hatîye. Em wek HUDA PARê qerar girtine ku em ê di çend cîhên tîfaqê de destekê bidin namzedên tîfaqê, di cîhên dinê de jî em ê ji hilbijartinê re bi logo û namzedên xwe beşdarî bibin.”

Şahîn di axavtina xwe de weha got:

“Em wisa hêvî dikin ku bila ev qerar ji bo partîya me, milletê me û welatê me bibe wesîleya xêrê. Em bi vê wesîleyê jî pêvajoya bernavzedê heta 20ê Çileya 2024an dirêj dikin. Yên ku dixwazin di lîsteyên me de bikevin hilbijartinê dikarin serlêdanê bikin.

Em bi hêvîya dawîbûna di nav hizûr û sikûnetê de vê hilbijartinê ji bo milletê me û welatê me daxwazîya xêrê dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar