HUDA PARa ku di 19ê Kanûna sala 2012an de bi şîara “Siyaseta Dirist û Edaleta Rastî” dest bi siyasetê kir salvegera xwe ya 7emîn bi bernameya ku li Diyarbekirê tertîp dike pîroz dike.
Bername li Salona Konferansê ya Mala Mamosteyan a Diyarbekirê tê tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, birêveberên partîyê, rayedarên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, temsîlkarên STKyan, rîspî, endamên çapemenîyê, dawetvan û gelek partî beşdarî bernamê bûn.
Bername bi tîlaweta Kur’ana Kerîm dest pê kir.
Piştî tîlaweta Kur’ana Kerîm sînevîzyona ku tê de polîtîkayên partîyê yên nava welêt û derveyî welêt û gelek axavtin hebûn hat weşandin.
Piştî nîşandan sînevîzyonê bername bi axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz berdewam kir.
ÎLKHA