HUDA PAR salvegera xwe ya 10emîn pîroz dike

HUDA PARê ku di 19ê Kanûnê sala 2012an de sazkirina xwe îlan kiribû, wê ji ber ku salvegera xwe ya 10emîn pîroz bike li Diyarbekirê bernameyek tertîp dike.

HUDA PARê ku bi silogana “Sîyaseta Dirust Edaleta rast” ket nav jiyana sîyasetê, bi minasebeta sazkirina xwe ya 10emîn wê di 19ê Kanûnê îro seat 19.00an de bi silogana “Lazimatîya Memleket Ji HUDA PARê re Heye” li Diyarbekirê bernameyek li dar dixe.

HUDA PARê ku di sehaya sîyasetê de 10 salê xwe borand; îro di çarçoveya îlkeyên xwe, vîzyonê xwe û mîsyonê xwe de 10 salê xwe di paş de hêşt.

Bi minasebeta sazkirina salvegera 10emîn ya HUDA PARê wê di 19ê Kanûnê îşev seat 19.00an de di Navenda Kongre û Çandî ya Sezaî Karakoçê ku li Yenîşehîra Diyarbekirê ye bernameyek bê lidarxistin.

Ew ê ji bernameya ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û gelek rayedarên partîyê beşdarî bibin re gelek sîyasetmedar, endamên akademîyê, rîspîyan, temsîlkarên STKyan û nivîskaran jî tê hêvîkirin ku beşdarî bibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an