HUDA PAR û 8 partîyan sîyasî ‘îda hev pîroz kirin

​Ji ber minasebeta ‘Îda Qurbanê di bergeha ziyaretên ku hatin kirin de HUDA PAR û 8 partîyên siyasî ‘îda hev pîroz kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergaha ziyaretên ku him ji teref HUDA PARê ve û him jî ji teref partîyên din ve hatin kirin de HUDA PAR û partîyên bi navê AK PARTÎ, Saadet Partisi, Yeniden Refah Partisi, Gelecek Partisi, İYİ Parti, DEVA Partisi, Anavatan Partisi û Milli Yol Partisi ‘îda hev pîroz kirin.

Di ziyaretên ku li navenda HUDA PARê hatin kirin de mêvan ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, Alîkarê Serokê Teşkîlatê Yasîn Dursun û Alîkarê Serokê Şaxên Ciwanan ê Xortanîyê Yunus Yilmaz ve hatin pêşîwazîkirin. Her wisa Sekreterê Giştî Şehzade Demîr, Serokê Şaxên Ciwanan Hamdullah Er û Alîkarê Serokê Karên Hiqûq û Mafên Mirovan Hasan Bzodaş jî di nav wê heyeta ku çûn ziyareta partîyên siyasî de cî girtin.

Di hevdîtin û pîrozbahîyên ‘îdê yên ku ji teref partîyên siyasî ve hatin kirin de meseleyên îqtîsadî, bihabûna heyatê, enflasyon û tiştên muhîm ên di rojeva welêt û derveyî welêt de hene hatin muzarekirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye