HUDA PARê, li Enqereyê 85 namzedên seroka şaredarîyê eşkere kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Enqereyê di bernameya danasîna namzedan de, 5 jê bajarên mezin, 22 jê bajar, 58 jê navçe tev de 85 namzedên seroka şaredarîyê eşkere kir.

HUDA PAR, bernameya dawîn a danasîna namzedên xwe li Enqereyê li dar xist.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di Navenda Kongreya Necmeddîn Erbakan ku li Mamaka Enqereyê ye de beşdarî bernameya danasîna namzedên partîya xwe bû.

Yapicioglu di axavtina xwe de îfade kir ku ew ji bona danasîna bernameyên xwe beşdarî bernameyê bûne, wî îfade kir ku ew ê namzedên Şaredarîya Bajarê Mezin yê Bûrsa, Stenbol, Îzmîr û Enqereyê wê nîşan nedin.

Dûre Yapicioglu derbasî merhaleya danasîna namzedên xwe bû û namzedên Serokê Şaredarîya 5 Bajarên mezin, 22 Bajar û 58 navçeyan eşkere kir.

Li gorî vê danasînê namzedê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Erziromê Kerbela Şanli, yê Qeyserîyê Mehmet Çalhan, yê Orduyê Bulent Dînç, yê Seqeryeyê Veysel Yavuz û yê Semsûnê jî Kenan Çîl bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar