HUDA PARê serlêdanên namzedîya şaredarîyê ya ji bo hilbijartina mehellî ya 2024an da destpêkirin

HUDA PARê, ji bo hilbijartina mehellî yê ku di 31ê Adara 2024an de bê kirin pêvajoya serlêdana namzedîya ji bo serokatîyê da despêkirin.

Teqwîma hilbijartinê yê ku wê di 31 Adara 2024an de bê kirin didome, HUDA PARê jî pêvajoya serlêdanê da xestpêkirin.

Derheqê meseleyê de Alîkarê Serokê Giştî Mesulê Karên Hilbijatinê yê HUDA PARê Mahmut Şahîn daxuyanîyan da.

Di daxuyanîya HUDA PARê de weha hat gotin:

“Alîkarê Serokê me yê Giştî Mesulê Karên Hilbijatinê yê HUDA PARê Mahmut Şahîn derheqê serlêdana namzedên ji bo hilbijartina mehellî de daxuyanî da:

“Endam, dilxwaz û welatiyên hêja yên partiya me.

Em wek HUDA PAR di qada siyasetê de bi şîara Siyaseta Dirûst, Edaleta Rastî gavên xwe yên bi cesaret didomînin.

Em hem bi rêxistinên xwe hem jî bi endam û dildarên xwe ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an amade, dînamîk û bi hêvî ne.

Endam, dildar û milletê me yê qedirbilind, em we dawetî ku bibin dengê HUDA PAR û hêza wê dikin!

Kesên ku dixwazin ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024an bên lidarxistin ji bo şaredariya parêzgeh-navçe, endamtiya meclîsa şaredariyan û endamtiya meclîsa giştî ya parêzgehê serî li partiya me bidin, dikarin heta 15ê Kanûna 2023an serî li rêxistinên Partiya me bidin.

Agahiyên berfireh ên derbarê serlêdanên namzetiyê û formên pêwîst ên ji bo serîlêdanê de li ser malpera partiya me hene.

Em wek HUDA PARê heta 15ê Kanûna Pêşîn a 2023an serîlêdanên namzedan qebûl dikin û ji Xwedayê mezin dua dikin ku Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên ku di 31ê Adarê de bên kirin ji miletê me re xêrê bîne."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej