Îbrahîm Munîrê Wekîlê Serokê Berê yê Cemaeta Îxwan-î Muslîmîn rehmet kir

Îbrahîm Munîr Hakkinê ku dewrekî wezîfeya Wekîltîya Serokê Teşkîlata Birayên Misilman yê li Misirê dikir rehmet kir.

Munîrê ku li Londrayê rûdinê û ji Serokatîya Konseya Rêbertîya Îxwanî Muslîmîn re bi wekîlî hatîyê tayînkirin, karên teşkîlatê ji roja sazbûna ku di sala 1928an de hatîye sazkirin vir ve li derveyê Misirê bi tenê îdare dikir.

Munîr piştî mehkûmkirina ku di sala 1955an de ji bona 5 salan, di sala 1965an de hat girtin û 10 sal cezaya hefsê girt.

Şehîd Muhammed Mursîyê Serokkomarê ‘ewil yê li Misirê hatibû hilbijartin di sala 2012an de ji bona Munîr efûyê derxistibû. Munîr, piştî girtina Muhammed Bedîî û alîkarê wî Muhammed Îzzet wekîltîya serokê giştî yê îxwanê îdare dikir.

Munîrê ku li Londraya paytexta Îngilistanê dijîya, hat destnîşankirin ku îro di seatên serê sibê de rehmet kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye