IHO-EBRAR raporta fealiyetên xwe yên meha Remezanê bi raya giştî re parve kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRAR di meha Remezanê de li çar alîyê cîhanê ji bi hezaran kesên feqîr û jar re alîkarî kir.

Sazî raporta fealiyetên xwe yên meha Remezanê bi raya giştî re parve kir. Di daxuyanîya ku ji teref sazîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; bi desteka xêrxwazan li 20 welatan nexasim jî li Arakan, Filistîn, Suriye, Yemen, Tirkîye û welatên Afrîkayê ji 36 hezar û 380 kesan re xwarina fitarê, 1099 malbatî re alîkarîya çeka danûstandinê, ji 1331 zarokên yetîm re alîkarîya maddî, ji 1799 kesî re alîkarîya Qur’ana Kerîm, ji 3329 malbatî re alîkarîya erzaqê, ji 2550 malbatî re alîkarîya goştê sor, ji 724 zarokên yetîm re alîkarîya cil û bergan hat kirin û sunneta 80 zarokên feqîr hat kirin.
























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin