Hat ragihandin qerara derxistina leşkerên biyanî ya ji welêt dê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbasdar be.
Derbarê mijarê de ji teref Tuxgeneral Abdulkerîm Xalefê Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Xalef di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, qerara derxistina leşkerên biyanî ya ji welêt dê ji bo Herêma Kurdistanê jî derbasdar be.
Xalef di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji bo derxistina leşkerên Amerîkayê hêj dîrokek nehatiye diyarkirin.
ÎLKHA