Ji teref Yekîtîyê ve derheqê daxuyandina daxwazîya îstîfakirina Raysunî yê ku ji 2018an heta niha Serokatîya Yekîtîya Misilman yên Cîhanê dike de daxuyanîyeke niviskî hat belavkirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Sazîya Bireveberîya Yekîtîyê, daxwazîya îstîfakirina Raysunî qebûl kir û ji bona ku qerara nîhaî bê dayîn ji Sazîya Giştî re hat sewqkirin.
Hat îfadekirin ku ew ê Sazîya Giştî jî herê dereng 1 meh dû re qerarê eşkere bike.
Daxuyaniya Raysunî ya li ser Sahraya Rojava bû sedema bertekan
Raysuni di bernameya televizyonê ya ku di nîvê Tebaxê de li Fasê beşdar bû de daxuyanî da û got ku divê Cezayîr li herêma Tinduf a li ser sînorê Sahraya Rojava operasyonê bide destpêkirin.
Raysuni bi îfadeyên "Hebûna Morîtanyayê jî wekî Sahrayê xeletiyek e. Divê Fas beriya dagirkirina Ewropayê vegere sînorên xwe" jî banga "cîhadê çi madî û çi bedenî" kir.
Li Cezayîrê jî daxuyaniyên Raysunî bû sedema bertekan, ji bo ji kar were dûrxistin jî bang hat kirin.
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê Karadagi diyar kir ku daxuyaniyên Raysunî yên li ser Sahraya Rojava fikrên wî yên şexsî ne û Yekîtiyê girê nade û Yekîtiyê di vî warî de biryar negirtiye.
Raysunî di hilbijartinên serokomariyê yên ku di Lijneya Giştî ya Yekîtiya Alimên Misliman a Cîhanê di 7ê Mijdara 2018an de li Stenbolê hat lidarxistin de wek serokomar hat hilbijartin. Piştî ku Yusuf el-Qeredawî ku ji sala 2004-an de ji damezrandina ve serok bû, diyar kir ku ew ê nebe namzed, Raysûnî ku cîgirê Karadawî bû, di dengdanê de bû serokê duyemîn yê Yekîtiyê.